Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Hollandî Daxwaza Îtalya ya Wergirtina 47 Koçberên Neqanûnî Qebûl Nake


Hikûmeta Hollandî ragihand ku ewê daxwaza Îtalya ya wergirtina keştîya bi 47 koçberên neqanû qebûl neke.

Gemîya bi navê Sea Watch 3 ya bi la Hollandî, ku ji alîyê rêxistineke xêrxwaz ya Almanî ve tê rêvebirin, hefteyekê berê belemeke plastîk ya penaberan li Derya Sipî rizgar kiribû.

Di nav belemê de 48 koçberên neqanûnî hene ku ji Lîbya, ber bi Ewrupa diçûn. Berevankarên mafên mirovan xembar in ku jîyana penaberam, jiber bayên xurt û pêlên bilind di metirsî de ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta Îtalî destûr nedabû Sea Watch 3 ku penaberan bîne nav axa Îtalya.

XS
SM
MD
LG