Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hollanda Hejmara Pêketîyên Korona Bû 7,431 Kes


Hollandîyek hewil dide ku laleyên ku jiber korona nehatiye firotin bi awayî bifroşe
Hollandîyek hewil dide ku laleyên ku jiber korona nehatiye firotin bi awayî bifroşe

Hollanda îro Pêncşemê ragihand ku hejmara kesên tûşî vîrusa korona bûnî bi 1,019an zêde bû û giheşt 7,431 kesan.

Enstîtuya Netewî ya Tendirustî ya Hollandayê (RIVM) ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona bi 1,019 kesan bilind bû û 7,431 kes anku %16 zêde bû.

RIVM di agahdarkirina bîragiştî ya rojane ya ser vîrusa korona de ragihand ku di roja borî de 78 mirinên nû hatine tomar kirin û hejmar bi tevahî giheştiye 434 kesan.

"Hejmara nesaxên li nexweşxaneyê û hejmara mirinan ji texmîna me hêdîtir bilind dibe, wekî ku ti tedbîr nehatiban girtinê. Ew jî dibe ku bandora tedbîrên ku hatine girtin yên ser lêza belavbûna vîrusê nîşan bide.”

RIVMê bi berdevamî got ku ew dikare heta dawîya wê hefteyê nirxandinên zelaltir li ser rewşa heyî bike.

Hikûmeta Hollandî çend di nîvê Adarê de fermana tedbîrên dûrketina civakî, girtina dibistanan û qedexekirina civînê giştî dabû ku pêşî li belavbûna korona bigire.

XS
SM
MD
LG