Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollande: Divê Tirkîye Êrîşên Hember YPG Rawistîne


Şervanên YPG
Şervanên YPG

Serokê Fransî Francois Hollande îro Sêşemê hişyar kir ku maytekirinên Rûsya û Tirkîyê li Sûrîyê dikare girjî û alozîyên heyî zêdetir bike.

Holande di civîneke de li pêş balyozên Fransî bang li Tirkîyê kir ku êrîşên xwe yên hember şervanên Kurd yên bi piştgirîya Amerîka demûdest rawistîne.

Wî got “tiştekî femdar e ku Tirkîye dixwaze tixubê xwe li hember xeterîya DAIŞ’ê biparêze, lê Tirkîye niha êrîş tîne ser Kurdan ku ew bi xwe, ligel koalîsyona navnetewî dijî DAIŞ’ê şer dikin.

Tirkîyê hefteya borî operasyoneke dijî DAIŞ û YPG li nav axa Sûrîyê dabû destpê kirin, piştî ku di êrîşa xwekujî ya dawetekê de pirtir jî 50 kes li Entabê hatibûn kutin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku bi kêmî ve 40 sîvîl di encama êrîşên esmanî û yên tankên Tirk de, roja Yekşemê hatine kuştin, lê Enqerê ew îdia bi tundî red kiribû.

XS
SM
MD
LG