Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Humsê Cotpeqîn, 29 Kuştî Hene


Çavdêriya Surî radigehîne ku roja Sêşemê 26î Çile, li bajarê Homisê li Cada 60î ya taxê Zehra cutpeqînek pêkhat, di encam de 29 kes hatin kuştin, hejmareke zêde ya birîndaran jî heye.

Weke çavdêrî dibêje, ev cutpeqîn li Taxa Zehra ya bajraê Homisê ku, piraniya xelkê wê ji tayfa Elewiyan e pêkhatiye, herdu peqîn liduhev qewimîne, tê zanîn ku peqîna yekê bi Tirormbêleke Bombekirî û ya duyan jî kesekî xwekuj êrîş kiriye, ji kuştiyan heya niha 15 kes ji leşker û endamên girêdayî rejîma Surî hatine destnîşan kirin û 7 welatîyên jin yek ji wan xwendekara zanîngehê ye, di êrîşan de jiyana xwe ji destdaye.

Kesî xwekuj bi cilên leşekerî hatiye dîtin, beriya êrîşa xwekujî civîn dane parêzgarê Homisê û rejîma Asad û hêzên ewlekarî, piştre xwe peqandiye.

Çavdêriya Surî di raporteke xwe ya meha derbasbuyî de weşand bû ku, di meşeke protestoyî de gef li herêma Zehra yak cutpeqîn lê qewimî hatbûn xwarin û siloganên weke tolhildan..tolhidan li dij taxa Zehra hatbun gotin.

XS
SM
MD
LG