Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hong Kong Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Sist Dike


Hong Kong dê vê hefteyê tedbîrên dijî vîrusa korona sist bike.

Li ber e ku roja Înê, dibistan, sînema û barên Hong Kongê jinûve vebin.

Karbidestên Hong Kongê didin zanîn ku ewê ji hemî hemwelatîyên xwe re, ku hejmara wan 7,500,000 e, maskeyan bişînin.

Piştî Çînê, yek ji welatên lê vîrusa korona zû hatibû tespît kirin Hong Kong bû, lê li wî welatî heta niha bi qasî 1000 kes bi vîrusa korona ketine û bi tenê 4 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Li gor daxuyanîyên karbidestên Hong Kongê, di 16 rojên dawî de bi tenê 10 rojan pêketîyên nû yên vîrusa korona hatine tespît kirin.

XS
SM
MD
LG