Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Hong Kongî 11 Kes bi Şika Alîkarîdana Bizavkaran Desteser Kirin


Polîsên Hong Kongî îro Pêncşemê ragihand ku wan 11 kes bi gumana alîkarîdana 12 bizavkarên demokrasîxwaz, ku hewil didan birevin Taywanê, desteser kirin.

Taywan di demên dawî de bûye sitargeha bizavkarên demokrasîxwaz yên Hong Kongî ku piştî qanûna ewlekarîya netewî ji wê herêmê direvin.

Hikûmeta Çînê ew qanûn Hezîrana 2020’an de xistibû jîyanê ku rexnegir dibêjin armanca wê bêdengkirina opozîsyonê û sînorkirina azadîyan e.

Brîtanya di sala 1997’an de rêvebirina Honk Kongê radestî Çînê kiribû, bi garantîya ji Pekînê ku azadîya axaftinê û rêxistinkirinê dê werin parastin.

Berevankarên demokrasîyê gilîyan dikin ku desthilatdarên Partîya Komunîst niha hemî wan azadîyan ji holê radike, lê Beijing wan îdiayana red dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji aktîfbûna zagona ewlekarîyê heta niha pirtir ji 100 kes hatine girtin.

Amerîka û Yekîtîya Ewrupa ji Çînê xwestibû ku wan aktîvîstan azad bike û bihêle ew vegerin Hong Kongê.

XS
SM
MD
LG