Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Rêvebirîya Hong Kongê Ser Paşxistina Hilbijartinan Şermezar Dike


Kayleigh McEnany
Kayleigh McEnany

Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany rêvebirîya Hong Kongê ser paşxistina hilbijartinên parlamanê şermezar kir.

McEnany dîyar kir ku paşxistina hilbijartinan rê li ber azadî û peyvajoya demokrasî ya Hong Kongê girtiye.

‘’Em biryara hikûmeta Hong Kongê ya ser paşxistina hilbijartinên û pûçkirina berbijarên rikeberîyê şermezar dikin.’’ McEnany got.

Rêbera Hong Kongê Carrie Lam roja Înê gotibû ku hikûmet dê jiber rewşa xirab ya vîrusa korona, hilbijrtinên parlamanê jibo salekê paş bixe.

22 qanûndanerên rikeberîyê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kiribûn ku hikûmet dixwaze krîza vîrusa korona wek bahane bi kar bîne ku ji hilbijartinan bireve.

XS
SM
MD
LG