Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hong Kong ji bo Nehêştina Xwepêşandanan Hatûçûya Firokxaneyê Kêm Dike


Hong kong hatûçûya bi trên û basan bo firokxaneyê rawestand.

Ev gava îro Yekşemê dibe ji bo nehîştina xwepêşandanên dijî hikûmetê li yek firokxaneyên herî bi qerbalix li cîhanê.

Desthilata firokxaneyê di daxuyaniyekê de got:

“Hin bang li ser internêtê dibine ji bo bikaranîna kertên sexte yên derbasbûna nava firokxanê. Desthilatdariya firokxaneyê bi bîr tîne ku wê kesên sextekar bêne cezakirin.”

Roja Şemiyê polîs gaza rondikrêj li dijî xwepêşanderên ku îstgeheke biçûk a tirênê hilweşandibû bi kar anî.

Ji dema destpêkirina xwepêşandanên dijî hikûmetê ve di meha Hizêranê de, bêhtirî 1,300 kes hatine girtin.

XS
SM
MD
LG