Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brian Hook: Pompeo Gefên Îranê ligel Karbidestên NATO Parve Kirin


Hook û Pompeo

Nûnerê wezaretê derve ya Amerîka yê bo Îranê Brian Hook îro Duşemê got ku wezîr Mike Pompeo gefên Îranê di civînekê de li Brukselê bi karbidestên NATO re parve kirin.

Hook dema diçû Rûsya ragihand ku gefên ku ji Îranê tên, zêde dibin.

“Wezîr Pompeo xwest ku hin hûrgilîyên derheqa gefên Îranê ligel hevalbendan parve bike. Em bawer dikin ku divê Îran gefan neke û dîyalogê bi kar bîne.”

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî hefteya borî gotibû ku ewê ji hin beşên peymana navokî vekişine.

Ruhanî îdia kiribû ku piştî toleyên Amerîka, Fransa, Almanya, Çîn û Rûsya li gor şertên peymana navokî ya navnetewî bi cîh nayînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokê Amerîka Donald Trump di Gulana 2018’an de Washington ji peymanê vekişandibû û di Mijdara 2018’an de toleyên dijî Tehranê jinûve destpê kiribûn.

XS
SM
MD
LG