Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Johns Hopkins: Vîrusa Korona Pirtir ji 40,000 Kes Kuştine


Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 40,000 derbaz kiriye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona 41,494 kes kuştine.

Îtalya bi 12,428 kesên jiber vîrusa korona mirine li rêza pêş e û li dû wê bi 8,269 mirîyan Îspanya û 3523 mirîyan Fransa tê.

Ji nav welatên cîhanê herî zêde li Amerîka vîrusa korona hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyên wê vîrusê 181,099 e.

Vîrusa korona li New Yorkê 1550, li New Jerseyê 267 û li Washingtonê jî 222 kes kuştine.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG