Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Johns Hopkinsê: Li Amerîka Pirtir ji 10 Mîlyon Kes bi Vîrusa Korona Ketine


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 51 mîlyonan dibe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 50,913,451 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 10 mîlyon e.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 238,251 kesan jîyanên xwe ji dest dane û New York bi 33,705 mirinan ji wê vîrusê di nav eyaletan de di rêza pêşî de ye.

Li dû Amerîka, bi bi 8,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,741 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG