Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Têsta Moşekan Piştrast Dike


Îran Rokêtên Xwe yên Nû Têst Dike
Îran Rokêtên Xwe yên Nû Têst Dike

Wezîrê berevaniya Îranê piştrast dike ku welatê wî van damên dawiyê têsteka mûşekan encam daye.

Ajansa Tasnîm a nûçeyan îro çarşemê ji ser zimanê wezîrê berevaniya Îranê Husên Dehqan ragihand ku dibêje:

“têsta moşekan a dawî ew di nava pilanên me de ye û em dê nehêlin biyanî tevlî pirsgirêgên me yên berevaniyê bibin.“

Dehqan şîrove nekir kengî ew test bûye û çi çûre mûşek hatine têstkirin.

Wî tene got ew têst ne zêdegaviye li hember biryarên Netewên Yekgirtî yan jî rêkeftina navokî ya Îranê li gel hêzên mezin yên cîhanê.

Koşka sipî roja Duşemê gotibû ew vekolînan dikin li dor têsteka mûşekên balistîk ji aliyê Îranê ve.

Tê zanîn Îran di bin biryara civata Neteweyên Yekgirtî ya qedexekirina têstên mûşekên Balistî de ye ku, hatine duristkirin ji bo avêtina serkên Navokî.

XS
SM
MD
LG