Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Daxwaza Rastexwe Çekkirina Kurdan Dike


Rûniştineke Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Nûneran
Rûniştineke Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Nûneran

Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Nûneran pêşnîyareke hevbeş bi yekdengî derbas kir ku wê rê bide Amerîka rastexwe çek bide pêşmergeyan û di şerê dijî DAIŞê de wan perwerde bike.

Serokê Komîteya Peywendîyên Derve Ed Royce yê Komarî got, hêzên Kurdî yên li bakurê Îraqê, di şerê dijî DAIŞê de, yek ji hevalbendên me yên herî nîzîk e.

“Qanûna heyî mecbur dike ku alîkarîya leşkerî ya Amerîkî bi destê Bexda bigiheje Kurdan, lê Şîayên ku Bexda kontrol dikin, alîkarîyên çekî û perwerdeya bo şerê dijî DAIŞê hewce, dereng dixin. Ev pêşnîyara me hemî astengîyên ji holê radike.”

Di nav pêşnîyara Komîteya Peywendîyên Derve de roketên antî-tank, wesayîtên zirxîn û topên dûravêj jî hene.

Eger ew pêşnîyar bide qanûn, hîngê desthilata dide Serok Barack Obama ku bo sê salan dîrek sîlah bişîne Kurdên Îraqê û wan perwerde bike.

Hêjayî balkişandinê ye, jimareke Demokratên ku di nav komîteyê de ne jî piştgirî didin pêşnîyarê. Nûnerê eyaleta New Yorkê Eliot Engel yek jî wan kesan e.

“Divê em hemî tiştên pêdivî bidin Kurdan ku ew bikarin xwe biparêzin. Ew nikarin bi serê xwe DAIŞê têk bibin."

XS
SM
MD
LG