Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Deng Da ku Xalên Împîçkirinê Bişîne Pêş Senatoran


Civata Nûneran ya Amerîka îro dengdanê li ser dosyeya împîçkirina Serok Donald Trump ji Civata Senatoran re kir û biryar da ku dosye bîne beşa jorîn ya Kongresê.

Qanûndanerên Amerîkî bi 228 dengên erê beramber 193 dengên na biryar da ku her du xalên împîçkirinê bişînin pêş senatoran.

Civata Nûneran bi sedema ku Serok Trump hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka, jibo armancên nerewa û bo bidestxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye û karê Kongresê asteng kiriye, împîçkirina wî pejirandibû.

Li ber e ku Civata Senatoran di hefteya were de dest bi peyvajoya darizandinê bike, lê ne çaverê ye ku Serok Trump ji kar were dûrxistin jiber ku Komarî di wir de piranî ne.

XS
SM
MD
LG