Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW), Projeya Piştgirîya jibo Dozên Mafên Mirovan yên Tirîyêe, Komîsyona Hiqûqnasan ya Navneteweyî û Federasyona Mafên Mirovan ya Navneteweyî ser salvegera 7’an ya Hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag daxuyanîyek weşandin.
Wan rêxistinên mavên mirovan di daxuyanîyê de bang li hikûmeta Tirkîyê kirin li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa bi cîh bîne û Demîrtaş û Yuksekdag demûdest berde.
Rêvebirê Asyaya Navîn û Ewrupa yê HRW’ê Hugh Willamson dîyar kir ku salvegera 7’an ya girtina Demîrtaş û Yuksekdag nîşan dide ku Tirkîye dixwaze ku zextên li ser nûnerên bi mîlyonan Kurd û çepgir yên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin bidomîne.
Williamson got ku Tirkîye li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa tevnagere û berpirsîyên xwe li gor hiqûqa navneteweyî binpê dike.
Bepirsê Bernameya Asyaya Navîn û Ewrupa ya Komîsîyona Hiqûqnasan ya Navneteweyî Temur Şekîrov dîyar kir ku rewşa heyî nîşan dide ku doza ser Demîrtaş û Yuksekdag sîyasî ye û gumanên ser dadmendîyê zêdetir dikin.
Cîgirê Serokê Federasyona Mafên Mirovan ya Navneteweyî Reyhan Yalçindag jî bang li Konseya Ewrupî kir ku bi hemî rêbazan hewil bide ku binpêkirinên ser mafên Demîrtaş û Yuksekdag rawestin.
Demîrtaş û Yuksekdag piştî rabûna parêzbendîyan 4’ê Mijdara 2016an jiber tawanên wek avakirina rêxistinê, endamtîya jibo rêxistina çekdar hatibûn desteser kirin.
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa bi 3 biryaran dîyar kiribû ku girtina Demîrtaş û Yuksekdag çalakîyeke bêdenkirinê ye ku piralîbûna di demokrasîyan de ye û azadîya di nîqaşên sîyasî de sînordar dike.
Jêder: HRW, VOA