Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Banga Diyarkirina Jimara Girtîgehan li Îraqê Dike


Rêxistina Mafê Mirov Human Rights Watch ji hikûmeta Îraqê xwest ku jimara girtîgehan diyar bike û kesên berguman bê agahdarkirina malbatên wan negire.

HRW ku bingeh li New Yorkê ye, îro Yekşemê di raportekê de dibêje Beşê Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê girtîgehekê li bajarê Mûsilê birêve dibe.

Wê got di roja 4 Tîrmehê de rê ji bo wan hat dayîn ku derbasî girtîgehê bin. Wê demê 427 mêr girtî bûn bi gumana girêdana li gel gurûpa Dewleta Îslamî Daiş.

Berpirsekî ewlekariyê got girtî di malekê de hatibûn vehewandin berî avakirina girtîgehê di encama “fişareka Bexdayê” de.

HRW got di destpêkê de Beşê Ewlekariyê birêvebirina girtîgehan red kir, lê pişt re lê mukur hat.

HRW dibêje girtîgeha Mûsilê paqij e lê qerbalixe.

XS
SM
MD
LG