Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Mafên Mirovan Hêzên Îraqê bi Binpêkirina Mafan Tawanbar Dike


Çavdêrîya Navnetewî ya Mafên Mirov "HRW", dibêje wan ciyekê taybet yê lisêdaredana kesan li rojavayê Mûsil dîtine, herweha belge di dest wan de hene ku, hêzên ewlekarîya Îraqê kes bi zanabûn kuştine dema dixwestin ji bajarê Mûsil birevin, piştî ji çekdarên DAIŞ'ê hatî rizgarkirin.

HRW di raporteke xwe de ya bi belge û dokûmênt roja Çarşemê, daxwaz ji hikûmeta Îraqê dike ku, lêkolîn û lêpirsînan derbarê naveroka û belgeyên di raportê de encam bide.

Komela mafên mirovan roja çarşemê gotiye, serok hikûmetê Îraqê Haider Abadî li sozên xwe, xwedî derneket, ta nûha lêpirsîn û lêkolîn li dij yek leşker nehatîye kirin.

Berpirsa rêxistina HRW ya ofîsa rojhilata navîn Sarah Leah Whitson dibêje Abadî "ew hemû tawanên cengê yên leşkerên wî li dij bajarê Mûsil encam dane mandila kirine û gûh nedayê."

Serok hikûmetê Îraqê Haider Abadî piştî hin Video û belgeyên binpêkirina mafan yên di mediya civakî de hatin weşandin roja Sêşemê axiftinek kir û Abadî ragihand ku belê ew di pejirîne ku, li Mûsil maf hatine binpêkirin, lê ev yek liser astê take kesan pêkahtîye, yên ew tawan encam dane dê bihên sizdana.

Sara Whitson dibêje, serkeftina leşkerê Abadî li Mûsil û rizgarkirina bajêr dê bibe şkestin, eger tawanên hêzên ewlekarîya Îraqê sînorekî jibo neyê daînîn û tawankar neyên sizadan.

XS
SM
MD
LG