Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Êrîşên Hikûmeta Sûrî Dijî Qanûnên Navnetewî ne


Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan anku Human Rights Watch dibêje, Hêzên Ezmanî yên Sûrîyê li hember bajarên wî welatî êrêşan pêk tîne û qanûna mirovahî ya navnetewî dişkîne.

Çavdêrîya Mafên Mirovan dide zanîn ku ev kiryara hikûmeta Sûrî di hiqûqa navnetewî de di çarçova tawanên dijî mirovahîyê de tê pejirandin.

Human Rights Watch ku bingeha wê li New York’ê ye, radigihîne ku agahîyên wê di encama 60 êrîşên ezmanî yên firokên rejîmê de derketin pêş.

Li gor rêxistinê, armanca wan êrîşan kuştin, xeterkirina jîyana sîvîlan û armancgirtina kesên neşervan bûn.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, pirtir jî 70 hezar kes ji destpêbûna şerê navxweyî vir ve, anku ji Adara 2011’ê vir ve li Sûrîyê hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG