Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Divê Lubnan Kêmanîya Elewî Baştir Biparêze


Dîmenek ji bajarê Trablus
Dîmenek ji bajarê Trablus
Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) bang li hikûmeta Lubnanê kir ku reqbûn û girjbûna mezhebî kontrol bike ku di van demên dawî de zêde bûye.

Çavdêrîya Mafên Mirovan got, divê hêzên Lubnanî kêmanîya Elewî yên li bajarê Trablus ya 30 km dûrî sîrona Sûrîyê, baştir biparêzin.

Elewîyên li Lubnan di demên dawî de gelek caran rastî êrîşên tundrêyên Sunnî hatine ku piştgirîya serhildayên dijî Serokê Sûrî Beşar Esed dikin.

Wekî tê zanîn hikûmeta Esed jî bi piranî ji Elewîyan pêk tê.

Bi civata xwe ya tevlihev Lubnan gelek caran dibe qada alozî û nerehetîyên li Sûrîyê ku niha ketiye sala sisêyan.

Lubnan herwiha di hewleke dijwar de ye ku bikaribe hejmareke mezin ya penaberên Sûrî bihewîne.

Demeke zûtir ya vê mehê, hikûmeta Lubnanê ferman da artêşê ku kontrola bajarê Trablusê, jibo dema şeş mehan bixe bin kontrola xwe, piştî qewimîna pevçûnên kujêr li wî bajarî.

Çavdêrîya Mafên Mirovan di raporta xwe de hikûmeta Lubnanê rexne kir ku tedbîrên ewlekarîyê têr nakin ku kêmanîya Elewî biparêzin.
XS
SM
MD
LG