Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) dibêje, hikûmeta Sûrî tevî biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, hîn jî sîvîlan dike hedef, bi bîdonên tijî paqînkar bombe dike û dikuje.
Daxuyanîya HRW di vê demê de hat ku çaverê ye Civata Ewlekarî îro bicive û gera pêncan ya pêşnîyarê gotûbêj bike.
Pêşnîyara meha Şubatê daxwaza sekinandina hemî êrîşên dijî sîvîlan û bombekirina bê armanc dikir.
Çavdêrîya Mafên Mirovan dibêje, ji derbazbûna pêşnîyarê vir ve, 650 êrîşên rejîmê li ser herêmên bin kontrola serhildayan li bakurê Helebê belge kirine.