Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Divê Tirkiye Rê Bide Derbasbûna Penberan


人权观察标记
人权观察标记

Çavdêriya navnetewî ya mafên mirov(HRW) bang li Tirkiye dike da ku, rê bide penaberên Sûrî yên ku, ji sedema şer û pevçûnan direvin bên di nav axa tirkiyê de.

Çavdêriya navnetewî ya mafên mirov dide zanînin ku, leşkerên Sûrî di rojên 15 û 13 Nîsanê de 2 kampên nêzîk sînorê tirkiyê bombebaran kir bûn, zêdetirî 3000 penaber ji van kampan ber bi sînorê Tirkiyê ve reviya, lê zêravanên sînorî yên tirk gulle berdabûn wan û ne hişt bûn penaber bên nav axa tirkiyê, ev yek ji aliyê rêxistina mafên mirov de hatbû rexne kirin, lê Tirkiyê van rexnan red dike û dibêje wan siyaseta deriyê vekirî li hember penaberên Sûriyê heye û heta niha nêzîkî 2.7 mîliyon penaberên Sûrî li tirkiyê dimînin.

Li vê dawiyê jiber êrîşên grupên radîkal yên li nêzîk sînorê tirkiyê û êrîşên leşkerên Sûrî li dij van grupan bi hezran kes koçber bûne.

HRW pir caran peymana di navbera Tirkiyê û Yekêtiya Ewrupa ya taybet ser penaberan, rexne kirye, ew dibêje li herdu aliyên sînorê Tirkiyê jiyana penaberan di xeterê de ye.

Niha bi deh hezran penaber li herdu aliyên sînorên tirkiyê asê mane û jiyan wan di zehmetiyê de ye.

XS
SM
MD
LG