Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Di Êrîşên Tirkîyê yên Ser Efrînê de 26 Sîvîl Hatine Kuştin


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Înê ragihand ku wê vokolîna sê êrîşên cihê li Efrînê kiriye ku artêşa Tirk pêşî li kuştina sîvîlan negirtine.

Êrîşên esmanî û yên hawanî yên ser wargeheke konî, kargeheke xwedîkirina mirîşkan û xanîyekî, 26 sîvîl kuştine ku 17 ji wan zarok in.

“Xuya dibe ku jiber awayê rêvebirina operasyona Tirkîyê, sîvîlên bê parastin neçar dimînin ku warên xwe bihêlin û ew ribirûyê mirinê dibin,” Lama Fakih, cîgira dîreoktorê Rojhilata Navîn ya HRW got.

HRW di raporta xwe de dide zanîn ku wan karîne çîrokên dîdevanan bi dîmenên satelaytî piştrast bikin.

Çavdêrîya Mafên Mirovan cîh dide agahîyên Desteya Tendirustî ya Efrînê ya ligel PYD’ê peywendêdar, ku ji destpêbûna êrîşan vir ve 150 sîvîl hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn.

Di raportê de yek ji dîdevanan Abdullah Kino, ku ji êrîşa 28’ê Rêbendanê rizgar bûye, dibêje ku tevî ku ew ji tundîya li herêmê revîn û çadirek ji xwe re danaye, lê kona wan hatiye bombebaran kirin.

“Pêşî, me dengê firokekî bihîst. Dû re, bombe barîn ser kona me. 11 kes hatin kuştin û yê here biçûk çar mehî bû. Bedenên qurbanîyan perçe perçe bûbûn.”

Kino dîyar kir ku li cîhê ku ew lê diman, hebûneke leşkerî tunebû û HRW jî hevbîr e ku dîmenên satelaytî nîşaneyeke hebûna leşkerî li cîhê armanckirî peyda nekiriye.

Çavdêrîya Mafên Mirovan bi berdewamî dide zanîn ku di bombebarandina 21’ê Rêbendanê de jî, 11 sîvîl hatine kuştin ku di nav wan de zarok jî hene,

HRW bal dikşîne ku kuştina sîvîlan di dema şer de û bombebarana bê ferq û armanckirinê dijî hiqûqa şer e.

“Ger Tirkiye naxwaze zararê bide sîvîlên li Sûrîyê, divê di vî warî de pirtir hewil bide û vekolîn li ser êrîşên ku dibin sedema kuştina sîvîlan bike û encamên vê jî ji bîragiştî re eşkere bike.”

Çavdêrîya Mafên Mirovan da zanîn ku Wezareta Berevanî ya Tirkîyê bersîv nedaye nameya wan ya li ser kuştina sîvîlan.

XS
SM
MD
LG