Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) di Rapora Cîhanê ya 2018’an de ragihand ku li cîhanê hejmara sîyasetvanên rastgir yên populîst û otorîter zêde dibe.
Di raporê de, Tirkîye, Erebistana Saudî, Misir, Rûsya, û Çîn di heman kategorîyê de ne û di bin sernava ‘’populîst û otokrat valahîyê dadigrin’’ de tên nirxandin.
Li gor raporê ‘’Li cîhên ku berxwedan di bin zextê de ye û eleqeya navneteweyî tune, hêzên populîst û dijî mafan bi ser ketine’’ û mînakê vê yekê jî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan e.
Rapor dide zanîn ku Erdogan, pergala demokratîk bo berjewendîyên xwe bi awayekî berfireh qels kiriye.