Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hêzên ewlekarîya Tirk, ji Berfanbarê vir ve rê li ber bi hezaran koçberên Sûrî yên ku dixwestin derbazî Tirkîyê bibin girtine û ew şandine Îdlibê.
HRW da zanîn hin koçberên ku hewil dane di rêyên qaçax re Tirkîyê kevin, ji alîyê hêzên Tirk ve hatine birîndar kirin û kuştin.
Li gor sazîya mafên mirovan ya navneteweyî, hin Sûrîyên ku gihaştine Hatayê jî hatine dersînor kirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dike ku jiber operasonên Sûrîye-Rûsya yên dijî serhildayên li Îdlibê 400,000 sîvîl ji neçarî ji wê herêmê derketine û tevlî 1,300,000 sîvîlên li ber sînorê Tirkîyê dijîn bûne.
Cîgirê Dîrektorê Bernameya Rêxistina HRW'ê Gerry Simpson da zanîn ku bi sed hezarên sîvîlên Sûrî li sînor asê mane û bi bombebaranên li Sûrîyê re rû bi rû mane.
Simpson bang li Yekîtîya Ewrupa (YE) kir ku Tirkîyê bo tevgerîna li gor hiqûqa koçberan hişyar bike