Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Karbidestên Ewlekarîyê yên Îraqê Parvekirinên Medya Civakî Dişopînin


Li Îraqê, protestoyên dijî hikûmetê yên ser guherîna sîyasî didomin.

Di alozîya dawî ya li Bexda de, bi êrîşa karbidestên ewlekarîyê bi kêmî ve 5 kes hatin kuştin û pirtirê 20 kes jî birîndar bûn.

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku karbidestên ewlekarîyê yên Îraqê parvekirinên medya civakî yên Îraqîyan dişopînin.

Li gor daneyên HRW’ê li Anbar ya li rojavayê Îraqê sê kes jiber parvekirinên piştgirîya protesto dikin hatine desteser kirin.

Hikûmeta Îraqê, di serê Cotmehê de dema protestoyan destpê kiribû înternet bo du hefteyan bi temamî birîbû û dûre tenê bo Facebook û Whatsappê qedexe ragihandibû.

XS
SM
MD
LG