Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Herêma Kurdistana Îraqê Ser Azadîya Ramanê Rexne Dike


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW), Herêma Kurdistana Îraqê ser azadîya beyanê û astengkirina protestoyan rexne kir.

HRW’ê ji zarê rojnamevan û mamosteyên ji Duhokê ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê rê li ber protestoyên mamosteyan yên ser nestandina mûçeyan girtine û bi dehan kes desteser kirine.

Li gor HRW’ê, mûçeyên derengketî ji 2015’an vir ve yek ji kêşeyên serekî yên Herêma Kurdistana Îraqê ye û mamosteyên wir ji meha Sibatê vir ve mûçe nestandine.

Ew rêxistin dîyar dike ku mamosteyan ji Walîtîya Duhokê bo protestoyeke di 16’ê Gulanê de destûr xwestiye, lê karbidestan wî bajarî ew banga protestoyê wek propagandayeke sîyasî dîtiye, belavbûna vîrusa korona jî kirine hincet û bi karbidestên ewlekarîyê dora cîhê xwepêşandanê girtine.

HRW’ê ragihand ku Herêma Kurdistanê Îraqê her tim ‘’berovajî Bexda’’ ser mafên mirovan pesna xwe daye, lê bûyerên dawî nîşan dane ku ew der ne navenda azadîya beyanê û protestoyên aştîyane ye.

XS
SM
MD
LG