Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Bal Dikşîne ser Rewşa Şêx Maqsud û Hişyar Dike ku Agirbest Dikare Bişkê


Di êrîşên ser Şêx Maqsud de gelek sîvîl têne kuştin

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Sêşemê hişyarî dide ku êrîşên bê armanc yên berdewam li ser sîvîlan, dikare bibe sedema têkçûna agirbesta li Sûrîyê.

HRW dîyar dike ku taxên wek Şêx Maqsud li Helebê ku piranîya şenîya wan Kurd in, dibin armanca êrîşên komên serhilda û taxên li rojhilata Şamê jî ji alîyê hêzên hikûmetê ve têne êrîş kirin.

HRW civata navnetewî hişyar dike ku êrîşên wiha bikarin rêkeftina “sekinandina neyartîyan” pûç bikin.

Cîgirê dîrektorê HRW li Rojhilata Navîn Nadim Houry got, bi agirbesta dawî hejmara qurbanîyan kêm bû, lê hîn jî sîvîl bi êrîşên dijî agirbestê tên kuştin.

“Di 5’ê Nîsanê de grubên çekdar bi hawan, roket û çekên cehenemî yên destçêkirî êrîşî taxa Şêx Maqsud ya bin kontrola YPG kirin. Di wan êrîşên ku bê armanc girtin hatine kirin de, herî kêm 18 sîvîl hatine kuştin ku 7 ji wan zarok, 5 jî jin bûn,” Houry got.

XS
SM
MD
LG