Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Êşkence li Tirkîyê Piştî Hewila Derbê Zêde Bûye


HRW Turkey conference
HRW Turkey conference

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) di raporteke nû de, îro Sêşemê radigihîne ku polîsên Tirk, bi karanîna desthilata ku rewşa awarte dide wan, girtîyên nav zindanan êşkence kirine.

Di raportê de behsa 13 bûyerên êşkencê ji destê polîsan têne kirin ku bi hebûna rewşa awarte pêkan bûye ku karbidestên hikûmetê hember kiryarên wan berpirs nabîne.

Dîreoktorê HRW yê Ewrupa û Asya Navîn, Hugh Williamson got ku bi rakirina pîvanên dijî êşkencê, hikûmeta Tirkîyê rê li ber sazîyên ewlekarîyê vekir ku girtîyan li gor dilê xwe êşkênce û reftarên xirab bikin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî hewila derbeya leşkerî ya meha Tîrmehê, rewşa awarte ragihandibû û dora 30,000 kes heta niha hatine desteser kirin ku piranîya wan ji artêşê û wezaretên perwerde û dadwerîyê ne.

XS
SM
MD
LG