Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Radigihîne ku Tirkîye Hemwelatîyên Sûrîyê bi Awayekî Neqanûnî Desteser Dike


Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Çarşemê ragihand ku Tirkîyê û Artêşa Netewî ya Sûrî bi awayekî neqanûnî herî kêm 63 welatîyên Sûrî li bakurê-rojhilata Sûrîyê binçav kirine.

HRW dibêje ku ew kes ji Tirkîyê re hatine veguhestin û li wê dere bi hin tawanên ku cezayê wan digiheje asta zindana direîjîya jînê.

HRW dîyar dike ku veguhestina wan girtîyan ji Sûrîyê bo Tirkîyê, wek hêzeke dagîrker li bakurê-rojhilata Sûrîyê, binpêkirineke ji erkên Tirkîyê yên li gor Peymana Cenevre 4 e.

Cîgirê beşa Rojhilata Navîn yê HRW Michael Page got ku ew wek hêza dagîrker, ji Tirkîyê dixwazin ku li gor peymana dagîrkerîyê rêz li mafên mirovan li bakurê-rojhilata Sûrîyê bigire û dawî li girtinên nerewa û veguhestina girtîyan ji hindurê Tirkîyê re bîne.

HRW dide zanîn ku di navbera Cotmeh û Mijdara 2019’an de, Tirkîyê û komên çekdar yên Artêşa Netewî ya Sûrî ve, hin welatîyên Sûrî yên Kurd û Ereb li Serêkanîyê binçav kirin û ew şandin zindanên li hindurê Tirkîyê û ew bi îdiaya tawanan li nava Sûrîyê, li gor qanûnên Tirkîyê tên darizandin.

HRW texmîn dike ku hejmara Sûrîyên ku bi awayekî neqanûnî ji Tirkîyê re hatine veguhestin, nêzî 200 kesan e û nûçeyan dezgehên ser bi hikûmeta Tirkîyê dîyar dikin ku di vê dawîyê de hin girtîyên Sûrî yên din ji Tirkîyê re hatine veguhestin.

HRW bi bîr tîne ku wek hêzeke dagîrker li bakurê-rojhilata Sûrîyê, Tirkîye bê razîbûna hikûmeta Sûrîyê desthilata xwe bi kar tîne.

“Benda 49an ya Peymana Cenevre 4 dibêje ku veguhastina bi zorê ya kesekî yan pir kesan û dersînorkirina kesên parastî ji axa dagirkirî ber bi akx dewleta dagirker ve qedexe ye. Tevî ku îdianameyên tometbarkirinê îdîa dikin ku kesên girtî girêdayî YPG’ê ne, lê ti belge yan delîlên piştgirên wan îdiayan nehatine dayîn.”

HRW bi berdewamî dibêje ku kesên girtî dibin armanca êşkenceyên giran û rûbirûyê reftarên xirab dibin û diravên mezin ji malbatên girtîyên te xwestin ku ew ji Tirkîyê re neyên şandin.

HRW di dawîya raporta xwe de pêşnîyaz dike ku karbidestên Tirkîyê karê veguhestina welatîyên Sûrî ji deverên dagîrkirî bo Tirkîyê û girtin û dadgehkirina wan rawestîne.

“Divê Tirkîye demûdest rê bide girtîyên li cem xwe ku pêwendîyê bi malbatên xwe re bikin. Divê hemû girtîyên Sûrî yên li Tirkîyê bi lez û bezî ji deverên dagîrkirî yên li Sûrîyê re werin veguhestin. Wek hêzeke dagîrker û piştgir ji komên ku deverên bin kontrola wê dixebitin, divê Tirkîye garantî bide ku berpirsên wê û alîyên bin fermana wê, dawî li girtina neqanûnî bînin û reftarên xirab ji kesên girtî re nekin.”

HRW herwiha pêşnîyar dike ku divê karbidestên Tirk lêkolînan ser binpêkirinan bikin û kesên berpirs jî bi awayekî baş ceza bikin.

XS
SM
MD
LG