Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Komên Çekdar li Îraqê Leşkerên Zarok Kar Tînin


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Pêncşemê bi raporteke nivîskî radigihîne ku komên çekdar yên bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) girêdayî, leşkerên zarok dixebitînin.

HRW dide zanîn ku di du bûyeran de grubên çekdar bi dara zorê rê li ber zarokan girtine ku dest ji çekan berdin.

HRW bang li komên çekdar dike ku demûdest zarokan ji nav refên xwe derxînin, vekolîna îdiayên zêdegavîyan bikin û dawî li wergirtina zarokan ji nav refên xwe bînin û qumandarên ku wan gavan cîh neyînin, ceza bikin.

HRW bal dikşîne ku di 29 bûyeran de li bakurê Îraqê, Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) zarokên Kurd û Êzîdî bi zorê dikin şervan.

Dîrektora mafên zarokan ya Çavdêrîya Mafên Mirovan Zama Coursen-Neff bang li PKK kir ku nema zarokên leşker wergire nav refên xwe.

“Divê kur û qîz bi malbatên xwe re bûn û cîhê wan ne leçkerî, lê xwendingeh e,” Coursen got.

XS
SM
MD
LG