Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Şerê li Baxoz Dijî DAIŞê di Demek Nêzîk de Bidawî Dibe


Dîmenên dawî yên Baxoz

Roja Duşemê peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat ya ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanîkrin ragihand ku jiber parastina giyanê sivîlan yên hêjî li Baxoz dimînin êrîşa li dij DAIŞê hêdî dimeşe, lê ewê şer di demek"Nêzîk de bidawî bibe".

Roja Yehşemê li Baxoz Hêzên Sûriya Demokart li herêma teng ya herî dawî di dest DAIŞê de dimîne got, hêzên wan rastî, mîn, êrîşên xwekujî û otombîlên bombekirî hatin.

Peyvdarê HSD herwiha dibêje "Êrîşa hêzên me hêdî dimeşe ji ber ku hejmarek sivîlan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve weke mertalên zindî tên bikar anîn".

Hêzên Sûrya Demokrat, roja Înê dabû zanîn ku piştî derxistina sivîlan wan dest bi êrîşa dawiyê kirîye, lê Duşemê berpirsê ragihandina HSDê Mistefa Balî bi rêya twîterê got, hêj hin kesên sivîl di nav destên DAIŞê de mane.

Li aliyê din Rêvebirê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov SOHR, Ramî Abdurahman bo kenalê Al-Hurra TV da diyar kirin ku Duşemê hejmarek din ji Çekdarên DAIŞê xwe radestî HSDê kirine.

XS
SM
MD
LG