Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîmeşq: Vekişîna 400 Şervanên Kurd ji Minbic


Hin endamên YPGê û YPJ ku beşekin ji Hêzên Sûriya Demokrat

Ajansa AFP roja Çarşemê li gor çavkaniyên dewleta Sûrî ragihand ku 400 şervanên Kurd ji Minbicê hatine vekişandin.

Wezareta berevaniya Sûrî roja Çarşemê di daxûyaniyek taybet de, ragihand ku 400 endamên yekîneyên şerker yên Kurd ji bajarê Minbic li bakurê Sûriyê hatine vekişandin.

Ev yek pêkhat, piştî ku çendîn rojin hêzên artêşa Sûrî li dewrûberên bajarê Minbic belav bûne, herweha hêzên arteşa Tirk û çekdarên opozisyona Sûrî ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanî kirin hatine dewrûberên bajarê Minbic, da ku metirsiya li dij ewlekariya netewî ya Tirkiyê nemîne û Hêzên Sûriya Demokrat HSD, ku piraniya wan Kurdin li wê herêmê nemînin.

Havîna bûrî, Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê ragihand bû, ku wan hêzên xwe ji bajarê Minbic vekişandine, ev di çarçeva pêkhatina di navbera Amerîka û Tirkiyê de pêkhatiye, lê Tirkiye dibêje, ew rijde ku hêzên HSD ji Minbic ne vekişyane û divê bihên derkirin.

XS
SM
MD
LG