Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrya Demokrat Pêşwaziyê li Biryara Amerîka Dike


Şervaneka HSDê li gel hejmarek sivlên ji destên DAIŞê hatine rizgar kirin

Hêzên Sûriya Demokrat HSDê roja Înê pêşwazî li biryara Amerîka kir ya derbarê hiştina 200 leşkeran li Sûriyê bo demekî nediyar. HSD dibêje ev yek dê bibe palder ku welatên din jî yên endamên hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞ ku hin hêzên xwe li Sûriyê bihêlin.

Ji aliyekî din çavkaniyên nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat HSDê didin zanîn ku roja Înê yekîneyên hêzên taybet yên wan şiyan1000 sivlên din ji Baxoz rizgar bikin.

Ajansa HAWAR ya ku nêzîkî HSDê ye di malpera xwe ya elektronî de dîmenên vidoyê yên xala herî dawî ku çekdarên DAIŞê li dimînin weşandin.

Di dîmenên vidoeyê de çekdarên DAIŞê û hejmarek kêm ya sivîlan tên dîtin, ajans dide zanîn ku ciyê dîmen hatine girtin xala herî dawî ya çekdarên DAIŞê ye li Rojhilatê Sûriyê û li çemê Firat.

XS
SM
MD
LG