Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî: Me Hejmarek Gund ji Dest HSD'ê Deranîn


Kenalê TV ya dewleta Sûrî, Yekşemê got, leşkerê Sûrî, hejmarek gund stendin, yên li rojhilatê şemê Firat li nêzîk sinorê Îraqê, yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê de bûn, ku Amerîka piştevaniya wan dike.

Ajansa Reuters, li gor mediya fermî ya dewleta Sûrî ragihand ku, Hêzên Sûriya Demokrat yên ku piraniya wan ji şervanîn YPG'ê pêk tê, sala bûrî kontrola gelek herêmên rojhilatê Firat kir bûn li herêma Dêrezor, bi piştevaniya Amerîka ji dest çekdarên DAIŞ deranî bûn, lê artêşa Sûrî îro kontrola hin gundan kiriye li wê herêmê.

Kêm caran di êrîşên li dij DAIŞ'ê de, şer û pevçûn di navbera YPG'ê û artêşa Sûrî de çê dibin, YPG'ê her tim xwe ji herêmên rojavayê Firatê dûr xistiye, herêmên ku, heta niha di din kontrola çekdarên DAIŞ de ne.

XS
SM
MD
LG