Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ednan Efrînî: Şerê Leşkerî li dijî DAIŞ Bidawî Bû lê Şerê li ser Îdyolociya Wê Berdewam E


Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî bi serpereştiya Amerîka, di îro Şemiyê de 23 meha Adarê serkeftina dawî li ser DAIŞê li Baxoz ragîhandin.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi fermandarê HSDê, Ednan Efrînî re kir di derbarê vê ragîhandinê de.

Fermendar Ednan dibêje: "DAIŞ li Sûriyê nema, hêza me ew tune kirin"

Ji aliyekî din ve jî wî anî ziman, ku şerê leşkerî li dijî DAIŞ bi dawî bû, lê belê şerê îdyolociya wê berdewam dibe.

Her wiha jî fermandar Ednan got ku, xebatên wan bi dawî nebûne, ew ê berdewam bin li herêmê ta ku deverê aram bikin û xelkê vegerînin mal û cihên wan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG