Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD bi Daxuyaniyekê Agirbest Erê Kir


Hêzên Sûriya Demokrat HSD di daxuyaniyeke fermî de radigihîne ku hêzên wan pêgiryê bi agirbestê dikin ya ku di navbera cîgirê serokê Amerîka Mike Pence û aliyê Tirkiyê de pêkhatî.

Agirbesta ku şer dê li ser hemû herêmên enîya şer raweste ji Serêkaniyê li rojhilat heta Girêspî li rojava.

Weke HSD di daxuyaniya xwe de dibêje wan ji demjimêr 10î şeva 17 Cotmehê li gur dema navxweyî şer ji aliyê xwe de rawestandiye û ew pêgiyê bi agirbestê dikin dema ku aliyê Tirkîyê jî pêgirî bi rêkeftinê bike.

Naveroka daxûyaniyê wehaye:

Daxuyanî ji Serokatîya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokrat HSDê.

Pêncşem 17î Cotmehê 2019

Bo Medîya Û Raya Giştî

Li ser daxwaza û razîbûna Hêzên Sûriya Demokrat HSDê û bi navbeynkarîya Amerîka bi nûnertîya Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîka, îro gihane ragihandina agirbestê ji Serêkaniyê li rojhilat heta bajarê Girêspî li rojava, agirbest demildest di navbera HSDê û dewleta Tirkiyê li hemû eniyên şer bihê ragihandin.

Pêgirî bi agirbestê ketîye di warî bicih înanê de ji demjmêr 10:00î şevê li gur dema navxweyî.

Hêzên Sûriya Demokrat tekezê li ser pêgirîya bi agirbesta hatî ragihandin dike, di heman demê de bang li dewleta tirk dike ku ew jî pêgirî agirbestê be.

Serokatîya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokrat

17î Cotmehê 2019

XS
SM
MD
LG