Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Sivîlên li Baxoz Mane Tên Veguhastin


Konvoya kamyonên sivîlan ji Baxoz vediguhêzin
Konvoya kamyonên sivîlan ji Baxoz vediguhêzin

Hêzên Sûriya Demokrat Çareşmê ragihand ku, koma sivîlên mane di dest DAIŞê de bi 15 Kamyonan hatine veguhastin.

Çavkaniyên ji nêzîk gundê Baxoz dan znaîn ku hejmarek jin û zarok herwiha mêr jî di nav wan de hebûn hatine rizgar kirin, bi rêya kamyonan ji bingehê herî dawiyê yê ku hind çekdarên DAIŞê li wir hatine dorpêçkirin.

Ajansa Reuters dibêje piştî veguhastina sivalan ji bingehê dawiyê yê DAIŞê jinavçûna bi temamî dewleta Îslamê li Rojhilatê Sûriyê nêzîk bûye.

Hêzên Sûrya Demokrat ya ji aliyê Amerîka vet ê piştevanîkirin dibêjin, çend 100 endamên DAIŞê li herêma Baxoz xwe asê kirine.

Nûçegihanê Reuters çendîn kamyon ku mirov hilgirt bûn dîtine dema ji Baxoz derdiketin. Mistefa balî berpirsê Ragihandina HSDê dibêje, wan kamyonan sivîl ji herêma DAIî û veguhastine.

Berpirsên Hêzên Sûriya Demokrat û yên Amerîkî gotin, mana sivîlan di nav destên DAIŞê de li Baxoz sedemk bû ku şerên li dij bingehê mayî hêdî pêş bikeve yê ku şeva Sêşemê rastî êrîûn esmanî yên nû hatî.

XS
SM
MD
LG