Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD'ê Navçeyeke li Başûrê Reqa ji DAIŞ'ê Sitand


Şervanên YPG'ê li hindurê Reqa
Şervanên YPG'ê li hindurê Reqa

Reuters’ê îro Sêşemê ragihand ku HSD’ê, li başûrê Reqa, navçeyeke ku çekdarên DAIŞ’ê li wir pewerde didît û wek bingeheke leşkerî ya mezin bi kar dianî ji rêxistina tundrê sitandîye.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hewil dide ku DAIŞ’ê ji hemî deverên Reqa derxîne.

Berpirsê Medya HSD’ê Mustafa Balî dîyar kir ku şervanan, kontrola El-Ukeîrşî ya 15 kîlometre dûrî Reqa ye û li ser Çemê Feratê ye bi dest xistîye.

HSD, piştî operasyonên demdirêj yên bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, meha borî ketibû hindurê Reqa.

Bi jimareke serkeftinên HSD’ê yên li başûrê Çemê Feratê, şervanên wê, çekdarên DAIŞ’ê yên li hindurê Reqa bi temamî dorpêç kirin û ji başûrê bajêr de êrîş birin ser rêxistina tundrê.

Çekdarên DAIŞ’ê, navê kampa li El-Ukeîrşî kiribûn Kampa Usame Bîn Ladîn, ku damezirînerê El-Qaydê ye û di sala 2011’an de ji alîyê Amerîka ve hatibû kuştin

Ji alîyê din ve, li hindurê Bajarê Kevn yê Reqa jî di navbera HSD û DAIŞ’ê de pevçûnên gur diqewimin.

XS
SM
MD
LG