Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Li Baxozê 3000 Kes Radest Bûn


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji roja Yekşemê vir ve li Baxozê bi qasî 3000 kes radest bûne.

Baxoz herêma dawî ya di destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ye û HSD’ê roja Yekşemê dijî wir dest bi operasyona leşkerî kiribû.

Berdevkê HSD’ê ji Twitterê dîyar kir ku di nav kesên radest bûne de 3 jinên Êzîdî û 4 zarok jî hene.

Yek ji fermandarên HSD’ê Ednan Efrîn jî da zanîn ku piranîya kesên radest bûne endamên DAIŞ’ê ne û kesên ji malbatên wan in.

Efrîn got ku kesên radest bûne ji welatên cuda ne, lê ser navên welatên wan ti agahî neda.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dide zanîn ku di du hefteyên dawî de zêdetirê 20,000 kes radestî yekîneyên HSD’ê û bûne û dîyar dike ku ji van herî kêm 2500 kes endamên DAIŞ’ê ne.

XS
SM
MD
LG