Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD'ê Bendava Baas ji DAIŞ'ê Sitand û Nav Bendava Azadîyê Danî


Şervanên HSD'ê li bakurê Reqa
Şervanên HSD'ê li bakurê Reqa

Reuters’ê ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di pêşketinên ber bi Reqa de, bendaveke din ya li ser Çemê Feratê bi dest xist.

HSD’ê, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, Bendava Baas do serê sibê ji dest DAIŞ’ê sitand û dîyar kir ku navê wê yê nû Bendava Azadîyê ye.

Berdevkê YPG’ê Nurî Mahmûd da zanîn ku bendav bi temamî hatîye rizgar kirin û şervanên yekîneyê li gundên derdora wê mayinan pûç dikin.

Tevî vê bendava nû, niha sê bendav di bin kontrola HSD’ê de ne ku meha borî jî wê, bendava herî mezin ya Sûrîyê bi dest xistibû.

Bi alîkarîya êrîşên esmanî û hêzên taybet yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, HSD bajarê Reqa dorpêç dike ku DAIŞ wê derê wek paytaxta xîlafeta ku ragihandîye dibîne.

Berdevkê YPG’ê Mahmûd, di hevpeyvîneke taybet ya bi Dengê Amerîka re dîyar kiribû dê operasyona Reqa di demeke nêz de destpê bike û ewê di meha Hezîranê de li hindurê Reqa bin.

XS
SM
MD
LG