Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: HSD Operasyonên Djiî DAIŞ'ê Radiwestîne


Ajansa nûçeyan a Reutersê ji zarê jêderên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan operasyona dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) rawestandine.

Li gor Reutersê, berpirsên HSD’ê didin zanîn ku wan bala xwe daye ser operasyonên Tirkîyê yên dijî bakurê Sûrîyê û ew nikarin di heman demê de têkoşîna dijî DAIŞ’ê jî bidomînin.

Karbidestekî Amerîkî jî, ku bi şertê navê wê wî eşkere nebe ji Reutersê re axifîye, dibêje ku rawestandina operasyonan bandor li perwerdeya bo hêzên herêmî kiriye.

Reuters di şiroveya nûçeya xwe de radigihîne ku rawestandina perwerdeyan dê derbeyekê li piştgirîya Amerîka ya bo HSD’ê bixe û dîyar dike ku HSD’ê berê xwe ji têkoşîna dijî DAIŞ’ê daye şerê li hember Tirkîyê.

Artêşa Amerîka ser perwerdeya hêzên herêmî hîn ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG