Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Şamî jibo Darizandina Endamên DAIŞ'ê Daxwaza Dadgeheke Navnetewî Dike


Surrendered ISIS members are taken under SDF control in Hasakah prison
Surrendered ISIS members are taken under SDF control in Hasakah prison

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Çarşemê ragihand ku hêzên wê girtîgeha Giwêran û taxa derdora wê bi tevahî xistine bin kontrola xwe.

“Pêngava Gurzên Gelan bi encam bû û zindana Sinaa ya bajarê Hesekê bi temamî ket kontrola hêzên me,” HSD’ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand.

Ferhad Şamî
Ferhad Şamî

Berdevkê Navenda Ragiandinê ya HSD’ê Ferhad Şamî ji Dengê Amerîka re got ku zindana Giwêran bi tevahî hate kontrol kirin û bi hezaran endamên DAIŞ’ê di destê wan de ne.

Şamî wek bersîva pirsa Dengê Amrîka ya derheqa rewşa zarokan got ku ew girîngîyeke mezin didin ewlehî û bijûnîya wan zarokan.

“Bi rastî jî em bi wî baldarîyeke mezin nêzîkî mijara zarokan dibin. Dawîkirina operasyonan û tunekirina çeteyên DAIŞ' bi tevahî karê 1-2 rojan bû. Me karibû bi çekên xwe yên giran ew tûne bikirana. Lê, pirsigrêka zarokên ku wek mertalên zîndî dihatin karanîn û û kesên dîlgirtî bû sedme ku em operasyonên xwe hêdîtir û bi baldartir bimeşînin. Wiha nebena, kontrolkirina girtigehê mijareke ew qas zahmet nedibû.”

Berdevkê HSD’ê red kir ku hejmarên mezin yên endamên DAIŞ’ê ji girtîgehê revîne.

“Hin raportên ragihandinê îdia dikin ku hejmarên mezin yên çeteyên DAIŞ’ê revîyane. Ev ne rast in. Dibe ku hin kes bi awayekî tekane revîyabin. Em lêkolînên xwe didomînin. Gelek ragihandinên nepiştraskirî û nezelal hene. Lê, gotina ku “bi dehan yan sedan DAIŞ'î revîyane ne rast e jiber ku me hem herem dorpeç kir, çembera ewlekarîyê ava kir, ya wek çembera yekê, çembera duyan, çembera sêyan ku nikaribin derbaz bibin. Me ev parastinê hem li derdora zindanê û hem jî li taxên derdora zindanê ava kiriye. Û operasyona paqijîyê wiha destpê kir. Jibo vê yekê jî pir ne pêkan e ku hejmarên mezin revîbin. Herwiha, emê niha jibo raportên kesane yên ser revînan lêkolîn û lêpirsîneke berfireh bidin destpê kirin.

Berdevkê HSD’ê bang li civaka nevtewî kir ku di mijara DAIŞîyên girtî de alîkarîya wan bike.

“Em ji civata navneteweyî dixwazin kuhemwelatîyên xwe bigirin û yan jî alîkarîya me bikin ku em wana li vê derê, li Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi dadgeheke nanetewî darizînin. Bijareya me jî damezrandina dadgeheke navnetewî ye ku ew kesana werin darizandin. Bi sedema ku wan çeteyana dijî gelê me yên li li Bakur û Rojhilata Sûrîyê, li Îraqê tawan kirine, ne dijî dewletên Ewrupî yan ji hemberî welatên ku ew jê hatine. Jiber vê yêke jî pêdivî ye ku ev dadgeh li vir were darxistin, ew kesana li vir werin darizandin û werin ceza kirin û herwiha gelê me jî bigehije mafên xwe yên dadmendîyê. Çima em dibêjin pêdivê ye ku dadgeha navneteweyî li vir were darxistin? Jiber ku çeteyên tawanbar ku ev sûcana pêk anîne li vir in û hevdem gelê me yên ku rasterast ji wan zarar ditîne, ku gelek ji wan hatine serjê kirin, malên wan xirab bûne, hatine şewitandin li vir dijîn; hem wek mexdûr û hem jî wek şahidên wan êrîş û tawanên DAIŞ’ê dikarin beşdarî dadrizandinê bibin. Dîsa, di destên me de tomar û belgeyên ku ew tawananên çeteyan piştrast dike jî hene. Lê, ger ew dadgeha li cîhekî din were darxisti, ne pêkan e ku hemû gelê me bi rêkûpêkî li wan dadgehan amade bibin. Hevdem ne mimkun e ku ev belge, delîl bi ewlehî û parastî ji heremeke din werin şandin loma jî divê dadgeha navbetewî li vê drê were damezrandin.”

Şamî got ku operasyonên wan yên derdora taxa Giwêran jî bi dawî hatine û ewê di demeke kin de bi preskonferansekê bîragiştî li ser rewşa dawî agahdar bikin.


* Ozlem Yasak jî alîkarîya amadekirina vê havpeyvînê kir

XS
SM
MD
LG