Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Yek ji Qumandarên Payabilind yên DAIŞ'ê ji Alîyê HSD'ê Ve Hatiye Kuştin


Şervanên HSD'ê

Ajansa Reuters ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê radigihîne ku yek ji qumandarên payabilind yên DAIŞê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya hevalbenda Amerîka ve hatiye kuştin.

Reuters radigihîne ku navê wî fermandarî Ebu Jandal el-Kuwaiti ye û îhtîmaleke xurt e ku ew ji alîyê şervanên HSDê ve li nêzî gundê Cabar hatiye kuştin.

Dîreoktorê SOHR Rami Abdulrahman ragihand ku êrîşa DAIŞê ya derengîya şeva borî têk çû û hêzên HSD pêşdeçûna xwe didomînin û 5 km nêzîkî bendava serekî bûne.

XS
SM
MD
LG