Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Benda Çekên Amerîkî ye ku Dest bi Operasyona Reqa Bike


Reuters’ê îro Înê ji zarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku ewê di demeke nêz de dest bi rizgarkirina Reqa ya di destê DAIŞ’ê de bike ku alîkarîya Amerîka ya çekên giran tevî makîneyên zirxîn jî, di rê de ye.

‘’Di rojên pêş me de ew operasyon wê destpê bike. Ez nikanim dîrokeke tam eşkere bibêjim, lê emê di serê havînê de di hindurê Reqa kevin’’ fermandarê HSD’ê Abdulqadir Hevedlî, ji Tabqa ya HSD’ê ji destê DAIŞ’ê sitandî, got.

Hevedlî bi berdewamî dîyar kir ku ewê koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ser soza xwe bisekine û berî operasyon destpê bike çekên giran û wesayîtên zirxî bigihejin hêzên wan.

Fermandarê HSD’ê da zanîn ku çekên ku Qesra Sipî şandina wan bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) erê kir, ewê di demeke nêz de bigihejin wan.

XS
SM
MD
LG