Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku HSD Sibe Destpêbûna Operasyona Reqa Ragihîne


Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk
Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk

Nivîsgeha Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) radigihîne ku sibe Sêşemê civîneke çapemenîyê li Eyn Îsa were darxistin ku tê de agahîyên girîng bi bîragiştî re werin parve kirin.

HSD dide zanîn ku di civîna ragihandinê de encamên operasyonên heta niha dê bêne eşkere kirin. Hîn çavdêr bawer dikin ku di cîvînê de herwiha destpêkirina operasyona rizgarkirina Reqa jî were ragihandin.

Hêjayî balkişandinê, karbidestên Tirk îdia kiribû ku karbidestên Amerîkî ji wan re ragihandiye ku operasyona Reqa destpê kiriye.

Lê, Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Kolonel Ryan Dillon ew yek red kir û got ku tenê HSD dikare biryara destpêkirina operasyona Reqa bide.

“Reqa dê were rizgar kirin û HSD dê biryara bide kengî û çawa. Koalîsyon ji 71 hêzên seranser cîhanê pêk tê û hemî alî bi yekahengî pêgir e ku DAIŞ’ê li her derê dinê têk bibin.”

XS
SM
MD
LG