Lînkên eksesibilîtî

HSD: Operasyona Rizgarkirina Reqa Destpê Kir


Reuters’ê îro Sêşemê ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi êrîşên li ser rojhilat, rojava û bakurê Reqa dest bi operasyona rizgarkirina wî bajarî kiriye.

Berdevkê HSD’ê Talal Silo, di hevpeyvîneke li ser telefonê de ji Retuersê dîyar kir ku operasyonê do Duşemê destpê kiriye û jiber ku DAIŞ, Reqa wek paytaxta xwe dibîne ewê şer li wir pir giran be.

Rêxistina tundrê di sala 2014’an de Reqa ji dest serhildayên Sûrî sitandibû û hemî êrîşên li welatên rojava ji wir birêve dibir.

‘’Rola koalîsyonê di serkeftina operasyonan de pir mezin e. Ji xencî firokên cengê jî hêzên koalîsyonê yên ku bi HSD’ê re dixebitin hene’’ Silo got.

Berî HSD’ê, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî îro Sêşemê ragihandibû ku HSD li rojhilata Reqa êrîşan dibe ser bingeheke leşkerî.

‘’Operasyonê îro bi berbangê re destpê kir. Giheştine bajêr, lê hîn neketine ti avahîyan’’ rêvebirê SOHR’ê Ramî Abdulrahman got.

Karbidestên koalîsyonê dîyar dikin ku ji 3000 heta 4000 çekdarên DAIŞ’ê di hindurê Reqa de hene

XS
SM
MD
LG