Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: HSD'ê 25 ji Sedê Reqa ji DAIŞ'ê Sitandîye


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka, li Reqa ya Sûrîyê, li dijî DAIŞ’ê pêşde diçe.

Serokê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Abdel Rahman ji AFP’ê re dîyar kir ku HSD, ku ji yekîneyên Kurd û Ereb pêk tê, 25 ji sedê Reqa bi dest xitîye.

Rahman bi bîr xist ku operasyona Reqa di 6’ê Hezîranê de destpê kiriye û HSD’ê heta niha li başûrê rojhilata Reqa û li rojavayê wê du tax ji DAIŞ’ê sitandine.

Serokê SOHR’ê dîyar kir ku HSD’ê, do Duşemê li alîyê bajarê kevn yê Reqa dest bi pêngaveke dorpêçkirinê kiriye. Rahman da zanîn ku li Taxa Qadisîye di navbera HSD’ê û DAIŞ’ê de pevçûnên giran didomin.

HSD’ê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku Taxa Qadisîye pêr Yekşemê ketîye destê HSD’ê.

Rahman bi berdewamî dîyar kir ku beşeke bingeheke leşkerî ya Artêşa Sûrîyê ya li bakurê Reqa û fabrîkayeke şêkir ya nêzî wê derê jî ketine destê HSD’ê. Rahman got ku HSD jibo ku peywendîya DAIŞ’ê bi bakur re bibire dixwaze wê herêmî bi temamî bistîne.

XS
SM
MD
LG