Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Komên bi Piştgirîya Tirkîyê Êrîşan Didomînin


SDF Fighter in Ras al-in
SDF Fighter in Ras al-in

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîyeke da zanîn ku êrîşên Tirkîyê piştî peymana agirbestê jî dewam dikin.

HSD’ê da zanîn ku komên bi piştgirîya Tirkîyê li herêma Serêkanîyê topbaranê didomînin.

Li gor daxuyanîya HSD’ê, piştî agirbestê, ku roja Pêncşemê saet di dehê êvarê de destpê kir, 13 sîvîlên wan û 5 çekdarên wan hatine kuştin.

HSD’ê bang li alîyên di agirbestê de cîh girtinê kir ku li gor peymanê tevbigerin.

Di daxuyanî de hat gotin ku HSD dê dijî êrîşan berevanîya rêwa bike.

XS
SM
MD
LG