Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HTS li Îdlibê Hember Serhildayên Ser bi Tirkîyê Pêş Dikeve


Çekdarên HTSê li Hama
Çekdarên HTSê li Hama

Heyet Tahrîr el Şam (HTS) îro Sêşemê li dijî serhildayên ku Tirkîye piştevanîya wan dike, êrîşeke berfireh li bakurê rojavayê Sûrîyê encam da û bi pêş ket.

Ev pêşketin derbarê sibêroja rêketina herêma bêçek ya di navbera Tirkîyê û Rûsya de, ku rê li operasyonên artêşa Sûrî li Îdlibê girt, pirsgirêkên giring çêdike.

HTS ku berê bi serpereştiya El Qayde li Sûrîyê bû, kontrola xwe li istanên wek Îdlib, Hema, Lazqîyê û beşên biçûk ji Helebê berfirehtir kiriye.

Îdlib dikeve bakurê rojavayê Sûrîyê û bingeha dawî ya opîzîsyonê ye ku hêzên Tirkîyê jî li wir in. Ew li ser sînorê herêmên di bin kontrola serhildayên bin kontrola Tirkîyê de ye.

Yusif Hemud, berdevkê Artêşa Netewî ya bin kontrola Tirkîyê, da zanîn ku milîtanên HTS îro çar gundên El Ghab xistine bin kontrola xwe.

Hemud got ku cîhadîyên HTS hefteya borî operasyonên xwe destpê kirin û xwe amade dikirin ku derbazî bajarokên Ariha û Maarat el-Numan li Îdlibê bibin.

XS
SM
MD
LG