Lînkên eksesibilîtî

NY Operasyona Derxistina Sîvîlan ji Humsê Rawestand


Karbidestekî bilind yê Neteweyên Yekbûyî îro Înê radigihîne ku wan operasyona derxistina sîvîlan ji bajarê Humsê sekinandiye, heta ku rewşa kesên girtî ji deverên bin kontrola serhildayan eşkere bibe.

Hêjayî gotinê ye, biryara îro rojeke piştî dirêjkirina agirbestê bo sê rojên din hat. Tê bawer kirin ku bi sedan sîvîlên din li taxa Humsa Kevn ase mane ku di bin kontrola serhildayan de ye.

Cîgirê Şandeya NY yê Humsê Matthew Hollingworth îro bi telefonê ji AP re got, bi dehan zilamên navbera 15 û 55 salî hîn jî ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrî ve têne girtin û lêpirsîna wan berdewam e.

Hikûmeta Sûrî zilamên nav wan temenan de wek şerker dibîne û divê derketina wan ji alîyê karbidestan ve bêne erê kirin.

Yên ku guman heye serhilda ne, wê ji alîyê hikûmetê ve werine desteser kirin.

Hollingworth da zanîn ku ew zilamana li xwendingeheke têne girtin û karbidestên NY jî li wê derê hazir in.

Hikûmeta Beşar Esed û serhildayan hefteya çûyî qayil bibûn ku 1400 kesan ji Humsê derxînin. Biryar bû ku operasyona derxistina wan sîvîlan ji alîyê NY û Heyva Sora Sûrî ve bêne kirin.

Hêjayî bîr xitinê ye ew kesên girtî beşek in ji wan 1400 kesên lihevkirî.
XS
SM
MD
LG